132 hezar kes dê mûçeyên meha Tebaxê bi rêya “Hesabê Min” wergirin

07 October 2024 00:02 0 dîtin
132 hezar kes dê mûçeyên meha Tebaxê bi rêya “Hesabê Min” wergirin

PeyamaKurd –  132 hezar xebatkarên mûçewergir dê di nava 3 rojan de bi rêya “Hesabê Min” mûçeyên xwe wergirin.

Hesabê Min, eşkere kir ku di vê mehê de 132 hezar kes dê di nav sê rojan de mûçeyên xwe wergirin.

Hesabê Min mûçewergir agahdar kirine û gotiye: “Tenê roja ku dora mûçe tê ku hûn ê bi rêya SMSê werin agahdar kirin, hûn ê bikarin serdana bankamatîka herî nêzik bikin û mûçeyê xwe wergirin.”

Hesabê Min, her weha tekez dike ku ger SMS îro negihêje mûçewergir, duşem an jî şêşemê dê dora wî be û dê bigihîjê

Îro ji bo 40 hezar mûçewergiran SMS hatiye birêkirin ku mûçeyê wan li ser hejmarên wan hatiye razandin. Duşem û sêşemê,wê ji bêtir mûçewergiran re  SMS bên birêkirin ku mûçeyê wan hatiye razandinç

Projeya “Hesabê Min” dê xizmeteke mezin ji gelê Kurdistanê re bike. Hemwelatiyên li seranserê Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku çêkirina “Hesabê Min” gavek ber bi rêveberiya elektronîk ve ye û dibêjin ku ev yek dê bandorê li dabeşkirin û sererastkirina mûçeyên karmend û xanenişînên li Herêma Kurdistanê bike.