Vê mehê 153 hezar kes dê bi rêya “Hesabê Min”ê mûçeyên xwe wergirin

21 October 2024 12:58 0 dîtin
Vê mehê 153 hezar kes dê bi rêya “Hesabê Min”ê mûçeyên xwe wergirin

PeyamaKurd – Li gorî amarên fermî, hejmara giştî ya karmendên Herêma Kurdistanê yên ku bi rêya “Hesabê Min” dê vê mehê mûçeyên xwe wergirin, nêzî 153 hezar kesî ye.

Roja duşemê belavkirina mûçeyan a  bi rêya “Hesabê Min” dê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê bi awayekî dîjîtal were kirin.

Li gorî daxuyaniya rêvebirên “Hesabê Min”ê, “Mûçe, dê heta nîvro li hesabên bankê yên beşdaran were razandin û ew dê bi SMS-ê bên agahdar kirin ku  serdana 219 cîhazên li 71 cih û texmên cuda bikin da ku mûçeyên xwe bikişînin.”

Belavkirina mûçeyên meha îlonê roja înê dest pê kiriye û roja pêncşemê jî dê bi dawî bibe.

Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku her çend roja duşemê li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye jî lê belavkirina mûçeyan dê berdewam bike li gorî bernameya ku hatiye ragihandin. Karê hemû bankan dê berdewam be ji ber ku ew ji belavkirina mûçeyan berpirs in.