14emîn Civîna Garantoran bi mijara Sûriyê li Astanayê birêve diçe
PeyamaKurd – Îro li bajarê Astanayê yê Qazaxistanê bi beşdariya aliyên garantör Rûsya, Tirkiye û Îranê û rêveber û opozîsyona Sûriyê hevdîtineke din li ser pirsa Sûriyê birêve diçe.
Îro Pêncşemê (11.12.2020) çed hevdîtinên din li bajarê Astanaya yê Qazaxistanê birêve diçin û di wan hevdîtinan de tevî rayedarên welatên garantor ên wekî Rûsya, Îran û Tirkiyê, bi serokatiya Beşar Caferî şandeke Sûriyêyî, nûnerên welatên çavdêr ên Urdin, Iraq û Libnanê û herwiha Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê û şanderên Xaça Sor jî amade ne.
Te çaverêkirin di civînê navçeya aram, pirsa penaberan û çendîn minjarên din werin gotubêjkirin û encamnameya civînê were eşkerekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdîtinên sêalî yên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê li Astanayê di meha Çila ya 2017an de hatibûn destpêkirin û hê jî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin