Mistura: Civîna Cenevre dibe mijara Sûriyê çareser bike
PeyamaKurd- Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet yê Sûriyê ragihand ku wê hevdîtinên wan yên Cenevrê ku dê di 10-11ê êlûnê de li bê kirin, dikare qedera Sûriyê biguhêre. Di mijara Idlibê de jî got ku dibe bê xwînrêtin çareser bibe.
Mistura got ku bo bajarê Idlibê endîşeya wan heye. Bi taybetî di mijara êrîşa rejîmê û hevkarên rejîmê de.
Civîna Cenevre wê di 10-11ê êlûnê de bi heyetên Îran, Tirkiye û Rûsya re çêbibe û di 14 ê mehê de wê bi Misir, Fransa, Almanya, Urdin, Erebistana Si’ûdiyê, Brîtanya û heyeta Amerîka re şêwra xwe bike û ragihand ku ew li ber çend hefteyên girîngin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin