150 xwendevan ji ber xwarinê bi jehrê ketin û wan birin nexwesxanê

22 December 2023 01:23 0 dîtin
150 xwendevan ji ber xwarinê bi jehrê ketin û wan birin nexwesxanê

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê (Urfa) li navça Sêweregê (Siverek) di 2 dibistanan de 150 zarok bi sedema bi jehrê ketine, wan birin nexweşxanê. Weka nîşane di zarokan de vereşan, îshal û xelandina mîdê heye.

Li dibistanên ku zarokên xwendevan bi gihandinê diçin wan yên dibistana seretayî ya Çıkrık Şehit Orhan İlkarlı û dibistana navendî ya bi navê Şehit Hamit İris, di wexta firavînê de bi jehrê ketin.

Li ser bûyerê gelek ambûlans û têmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Her 150 xwendevanan birin nexweşxana dewletê ya Sêweregê.

Qeymeqamê Sêweregê diçe nexweşxanê û lêpirsînê dide destpêkirin. Ji xwarinan mînakan digrin û dişînin tehlîlê.

Lê temamê xwendevan rewşa wan başe û wan dişînin malên wan.