Li Îranê 500 xwendevanên din jî bi jehrê ketin

07 March 2023 01:19 0 dîtin
Li Îranê 500 xwendevanên din jî bi jehrê ketin

PeyamaKurd – Li seranserê Îranê li 12 eyaletan car din 500 xwendevanên keçik bi jehrê ketin. Ev 3 meh zêdeye ku li Îranê xwendevanên keçik bi jehrê dikevin û tê gotin ku bi zanîn hêzên tarî yên Îranê jehrê didin keçikan. Bi taybetî piştî xwepêşandanên Jîna Emînî. Medya Îranê radigihîne ku di keçikên xwendevan de xelaya mîdê, bêhalî û sergêjî heye. Bi jehrketina zêde li eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ahmed 138 kes bi jehrê ketine û jimara herî zêdeye. Her weha li eyaletên İsfahan, Gilan, Gulistan, Rezevi Xorasan, Loristan, Hemedan, Fars, Kurdistan, Huzistan, Kazvin û Mazenderan gelek xwendevan bi jehrê ketine û wan birine nexweşxanan.

Piraniya keçikan dermankirine û wan şandine ciyên wan û yên dermankirina wan dewam dikin, rewşa wan başe.

Heya niha 3 hezar zêdetir xwendevanên keç bi jehrê ketine ku di wan de mîda wan lihev dikeve, serê wan dêşe û di weslê wan de şemirandin heye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo jehrdana bi guman vekolin, di 1 ê adarê de wezîrê karên navxwe Ahmed Wahidî, wezîrê îstîxbaratê Îsmail Hatib û wezîrê tenduristiyê Behram Aynûllah wezîfedar kiribû.

Li gor gotinên muxalifên rejîmê; hinek kesên redîkal yên di nav rejîmê de dixwazin tola xwepêşandanên Jîna Emînî ji keçikan hildin. Îran jî mijarê dixe stûyê muxalifên xwe.