Li Îranê karmendên neçûne dengdanê ketin ber lêpirsînê

30 June 2024 15:38 0 dîtin
Li Îranê karmendên neçûne dengdanê ketin ber lêpirsînê

PeyamaKurd – Di hilbijartinên serokomariya Îranê yên 28ê Hezîranê hatin kirin de, bi beşdariya ji sedî 40î rêjeya herî kêm a dîroka Îranê hate tomarkirin.

Di hilbijartinan de, li Rojhilatê Kurdistanê jî rêjeya beşdarî ji sedî 20an derbas nekir û herwiha li eyaleta Sistan-Beluçistanê jî bi rêjeyeke kêm beşdarî hate kirin.

Li gelek deverên din ên Îranê jî boykota hilbijartinê bi ser ket û bi milyonan dengdêr neçûn ser sindoqan û deng nedan.

Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê hin navçeyen din karmendên dewletê jî neçûn ser sindoqan ku yek ji sedema kêmbûna rêjeya dengdanê jî ew bû. Li gorî zanyariyên xwecihî ji Îranê, derbarê gelek karmendan de lêpirsîn hatin destpêkirin bi sedema ku beşdarî dengdanê nebûne.

Dîsa li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî gef li girtiyan hatibû xwarin ku ger neçin deng nedin ew dê bên sizakirin. Sizayê ji 3 heta 6 mehan zêdekirina mayîna girtîgehê û 74 derbên qamçiyan li ser wan bisepînin. Ji koçerên Kurd jî hatibû xwestin ger neyên dengê xwe nedin, divê terka zozanan bidin û vegerin gundên xwe.