Li Îranê, bahoz rabû: 700 kes pê nexwes ketin
PeyamaKurd- Serokê Rewşa Lezgîn a Sîstan-Belûçîstanê Mecîd Muhîbbî, ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re axivî û di derbarê bahoza tozê ya ku bi ser Îranê de girtiye de daneyên fermî parve kirin.
Mecîd Muhibbî di agahiyên xwe de got ku, "Ji ber bahoza qûm û tozê, di nav 3 rojan de 733 kesan serî li nexweşxaneyên li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên bakurê Sîstan-Belûçistanê dane.”
Gerînendehê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sîstan-Belûçistanê Muhsîn Heyderî jî diyar kir ku ji ber zêdebûna tozê li hewayê dîtinê li Zabulê 3 kîlometir û li Zehekê jî 2 kîlometir kêm bûye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Parêzgariya Sîstan-Belûçistanê de hat ragihandin ku îro ji ber bahoza qûm û tozê li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûzê karê sazî û bankayên dewletê hatin rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin