Bi dehan xwendekarên keç li Îran û Rojhilat bi jehrî ketin û rakirin nexwesxaneyên Îranê
PeyamaKurd – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê do jî êrîşên jehrî yên li dijî xwendekarên keç berdewam kirin.
Piştî êrîşên ku tê texmînkirin bi gaza jehrî hatine kirin, bi dehan keçên ji 26 dibistanan li seranserê welêt rakirin nexweşxaneyê.
Hejmara xwendekarên jin ên ji meha Mijdarê û vir ve bi jehrê ketine hezarî derbas kir.
Nîşaneyên jehrîbûnê pirsgirêkên nefesê, gêjbûn, serêş û westiyayî ne.
Gelek Îranî difikirin ku ev êrîş ji bo girtina dibistanên keçan hatine kirin. Hikûmetê daxuyaniyeke zelal neda ku ev êrîş bi plan hatine kirin yan na.
Wezîrê Navxwe Ehmed Wehîdî ku ji aliyê serokatiyê ve ji bo eşkerekirina rastiya dosyayên jehrîkirinê hatiye erkdarkirin, roja Çarşemê nûçeya ajansa nûçeyan ya Fars ku sê kesên li pişt wan êrîşan hatine girtin red kir.
Vahîdî da zanîn, hêzên derve û kesên ku hatine îstixdamkirin, ji vê rewşê sûd werdigirin û şerê psîkolojîk dimeşînin û gel dixin nava panîkê.
Hin xwendekar û dêûbav difikirin û dibêjin, dibe ku keç ji ber beşdarbûna xwenîşandanên dijî hikûmetê hatine cezakirin.
Vîdyoyên herî dawî ku ji hêla BBC Farisî ve hatine piştrastkirin, nîşan dide ku ambûlans diçin dibistanên bajarên Tehran, Erdebîl û Kirmasan û xwendekar li nexweşxaneyan têne dermankirin. Di yek ji vîdyoyan de tê dîtin ku keçên ku li nexweşxaneyê têne dermankirin oksîjenê didin wan.
Di vîdeoyeke din de, keç li ber deriyê dibistanê li ser peyarê rûniştine, jinek dipirse dibêje, "Zaroka min li ku ye?" tê bihîstin ku zilamek bersivê dide, "Xwendekar bi gazê jehrî ketin."
Hat zanîn ku heta roja Yekşemê herî kêm 830 keç bi jehrê ketine, parlamenterekî got, heta roja Sêşemê tenê li bajarên Kum û Burucerdê hezar û 200 keç jehrî bûne.
Kesên ku bi jehrê ketine radigihînin ku beriya ku nîşaneyên wan destpê bikin bêhna mandalîn û masiyên xerabûyî çûye wan.
Serokê Lijneya Perwerdeyê ya Meclisê Alîriza Monadî-Sefîdan îro Sêşemê ji ajansa Fars re axivî û diyar kir, di encama lêkolînên ku hatine kirin de di gaza jehrî de naveroka nîtrojenê hatiye dîtin.
Lê Wezîrê Karên Hundir Vahidî roja Çarşemê ev yek red kir û got, heta niha tu kîmyewî tune ye ku ew tespît bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin