Li Îranê, bi hezaran xwendekarên keç jehrî bûn

09 April 2023 18:32 0 dîtin
Li Îranê, bi hezaran xwendekarên keç jehrî bûn

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, zêdetirî 5 hezar xwendekarên keç li parêzgehên Xuzistan, Erdebîl û Azerbaycana Rojava yên Îranê ji ber jehrîbûnê rakirin nexweşxaneyan.

Hat diyarkirin ku dozên ku heta niha li Îranê zêdetirî 5 hezar xwendekar bi jehrê ketine, bi bidawîbûna betlaneya Newrozê re dîsa dest pê kirin. 

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Serokê Navenda Tenduristî û Tedawiyê ya Heftkelê Maziyar Mewlayî, di derbarê jehrîbûna xwendekaran a li bajarê Heftkel a parêzgeha Xûzistanê de daxuyaniyek da.

Mewlayî diyar kir ku piştî giheştina nûçeyê ku rewşa tendirustiya hin xwendekarên Lîseya Hacer a wî bajarî têk diçe, tîmên hawarçûnê çûne dibistana navborî û beşek ji xwendekarên keç jî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Mewlayî destnîşan kir ku tîmên tenduristiyê û dayîk û babên xwendekaran, bi derfetên xwe xwendekar birin nexweşxaneyan û diyar kir ku di bûyerê de 66 xwendekarên jin hatine dermankirin.