Li Îranê bi gazên kîmyayî jehrîkirina xwendekarên keç dewam dike

03 November 2023 19:53 0 dîtin
Li Îranê bi gazên kîmyayî jehrîkirina xwendekarên keç dewam dike

PeyamaKurd – Li Îranê jehrîkirina xwendekarên keç car din kete rojevê ku vê carê jî li bajarê Îranşehrê di êrîşeke madeyên kîmyayî de xwendekarên keç hatin jehrîkirin.

Li gorî çavkaniyên agahdar, xwendekarên keç ên li dibistaneke bajarê Îranşehrê rastî êrîşa madeyên kîmiyayî hatine û hejmarek xwendekar jehrî bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.

Li gorî dîmen û vîdyoyên hatine belavkirin, vê care xwendingeha keçan a gundê “Resûlabada Bexdaniye” ya girêdayî bajarê Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ketiye ber êrîşa kîmiyayî.

Hatiye diyarkirin ku hejmarek keçên xwendekar bi sedema jehrîbûna bi gazên kîmyewî rastî nexweşiyên verêşî, sergêjî û bêhişketine bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Piştî bûyerê jî hêzên Îranê destûr nedane malbat biçin nav xwendingeha rastî êrîşê hatiye û çawaniya bûyerê hîn bibin.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî jî, bi dehan keçên Huneristana Zencanê bi sedema êrîşa kîmiyayî jehrî b3ubûn û li nexweşxaneyan hatibûn razandin.