Ji UNESCOyê daxuyaniya jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê

09 March 2023 18:55 0 dîtin
Ji UNESCOyê daxuyaniya jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê

PeyamaKurd – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) li ser jejhrîkirina xwendekarên keç li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ew ji ber jehrîbûna keçan li Îranê bi fikar in.

Di daxuyaniya UNESCO ya bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanî 8ê Adarê de, ji ber jehrîbûna keçan li xwendingeh û zanîngehên Îranê, daxwaza lêkolîn û berteknîşandana lezgîn ji bo parastina xwendekarên keç kir.

Rêvebera UNESCOyê Audrey Azoulay got: “Ez ji ber jehrîbûna keçan li xwendingehên Îranê gelekî bi fikar im ku di 3 mehên derbasbûyê de qewimiye, ew binpêkirina mafê wan ên perwerdehiyê ye.”

Hêjayî gotinê ye, ji dawiya sala 2022yan ve heta niha bi hezaran keç li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi sedema êrîşên gazî li, dibistan, xwendingeh û zanîngehan hatine jehrîkirin û heta niha 2 kes ji wan keçan jî can dane.

Rêveberiya Îranê heta niha ti zelalbûnek li ser wan êrîşên kîmyayî nekiriye û wek berpirsên êrîşan dijberên xwe destnîşan dike.