Li 7 bajarên Îran û Rojhilat bi madeyên kîmyewî êrîsî xwendekarên keç kirin

11 April 2023 20:33 0 dîtin
Li 7 bajarên Îran û Rojhilat bi madeyên kîmyewî êrîsî xwendekarên keç kirin

PeyamaKurd – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê careke din bi madeyên kîmyewî êrîşî xwendekarên keç kirin.

Hat ragihandin ku îro 11ê Nîsanê roja Sêşemê li dibistanên li Urmiye, Îsfehan, Tewrêz, Kamêran, Şahîndij, Gunave û Kirmaşanê xwendekarên keç careke din bûn armanca êrîşa madeyên kîmyewî yên jehrîkirinê.

Li gorî zanyariyan li bajarê Kirmaşanê, piştî êrîşa kîmyewî ya ser dibistana Şîma Muradî ya, welatiyekî wî bajarî di girte vîdyoyekê, ji xelkê seranserê Kurdistan û Îranê daxwaz dike ku li hember cinayetên rejîmê yên li dijî zarokên xwe bêdeng nebin û hemû bi hev re derkevin ser kolanan.

Li Îsfehanê hejmarek xwendingeh dîsa bûne armanca êrîşên kîmyayî û rayedarên dibistanan jî ti hewl ji bo tendrustiya xwendekaran nedane û malbatên xwendekaran jî neçar mane bixwe bi hawara zarokên xwe de wer in.

Di nav çend mehên dawî de, li bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê, xwendekarên keç dibin armanca êrîşên kîmyayî yên Îranê û heta niha gelek xwendekarên keç ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin. Berpirsên Îranê red dikin ku ew êrîşên jehrîkirinê bi agahiya wan çêdibin.