Li Îranê di kargeha madeyên kîmyewî de teqîn: Herî kêm 112 kes birîndar bûn

14 June 2022 18:09 0 dîtin
Li Îranê di kargeha madeyên kîmyewî de teqîn: Herî kêm 112 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Hezîranê li kargeha sodyum karbonat a li bajarê Fîruzabat ê Îranê teqînek çêbûye û herî kêm 112 kes birîndar bûne.

Li gorî medya Îranê, Berpirsê Rewşên Lezgîn ê Tenduristiyê li Eyaleta Farsê Muhammed Cewad Muradiyan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku di encama teqîna gazê ya di nav kargehê de, heta niha 112 kes birîndar bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ti kesek di encama teqînê de nemiriye, lê hejmara birîndarên bandora gazên jehrî li ser wan çêbûye, dibe zêdetir bibe.

Hat eşkere kirin ku ji ber belavbûna şewata li kargehê û duxanê, rêya Cem û Fîruzabatê ji çûnûhatinê re hatiye girtin.