Enqere: Di kargeha kîmyewî de teqîn çêbû!

18 July 2023 14:00 0 dîtin
Enqere: Di kargeha kîmyewî de teqîn çêbû!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, îro li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, li Kargeha Kapsulan a Makîne û Pîşesaziya Kîmyewî teqînek çêbûye.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat destnîşankirin ku li Taxa Kayaş a navçeya Mamakê ya Enqereyê, li Kargeha Kapsulan a Makîne û Pîşesaziya Kîmyewî (MKE) dengê teqînê hat bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqîna navborî de yek jê bi giranî, 4 kes birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku piştî teqînê, tîmên ewlehî û rizgariyê li herêmê dest bi xebatan kirine û hat zanîn ku di derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.