Îran | Li Tebrîzê 20 xwendekarên keç hatin jehrîkirin

05 April 2023 20:11 0 dîtin
Îran | Li Tebrîzê 20 xwendekarên keç hatin jehrîkirin

PeyamaKurd – Bûyerên êrîşên madeyên kîmyayî yên jehrîkirina xwendekarên keç ku cara yekem 30yê Mijdara 2022yan dest pê kiribûn, li xwendingehên Îranê dewam dikin.

Hat ragihandin ku li dibistaneke xwendekarên keç a bajarê Tebrîzê 20 xwendekar hatine jehrîkirin û ew rakirine nexweşxaneyan.

Ajansa nûçeyan a girêdayî rejîma Îranê ISNAyê ragihandiye ku Serokê Navenda Rewşên Lezgîn a Azerbayncana Rojhilat Asgar Caferî derbarê jehrîkirina xwendekarên keç de daxuyanî daye û gotiye, li dibistaneke herêma Bagmişeh a Tebrîzê 20 xwendekarên keç ên 15 salî bi giliyên tengaviya nefesê bo nexwexaneya Sînayê hatine veguhestin.

Rayedarê Îranê Asgar Caferî daye xuyakirin ku rewşa tenduristiya xwendekarên jehrî bûne baş e.

Li gorî amarên dawî heta niha li zêdetirî 238 dibistanên zarokên keç li ser zêdetirî 5 hezar xwendekaran êrîşên jehrîkirinê çêbûne.

Wezareta Navxwe ya Îranê 11ê Adarê ragihandibû ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi gumana êrîşên jehrîkirina bi madeyên kîmyayî 100 gumanbar hatine binçav kirin.