Li gelek eyaletên DYAyê bahoz rabû!
PeyamaKurd – Li eyaletên Tennessee, Kentucky, Virginia û Georgia yên Amerîkayê rabû. Parêzgar Kentucky Andy Beshear diyar kir ku ji ber bahozê gelek mal, kargeh û rê di bin avê de man û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dane.
Beshear got ku bersivên acîl niha di "qonaxa lêgerîn û rizgarkirinê" de ne û di kêmtirî 24 saetan de zêdetirî 1,000 rizgar kirin: "Niştecîhên Kentucky divê baldar bin. Zêdeyî 300 rê girtî ne."
Hat ragihandin ku li Georgiayê ji ber bahozê kesek mir. Ji ber bahozê li eyaletên din xisarên madî çêbûn, hêj mirî nehatine ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin