Li DYAyê bahoza dijwar: 7 kesan can da
PeyamaKurd - Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber bahoza dijwar herî kêm 7 kesan can dan.
Bahoza ku li parêzgehên Teksas, Oklahoma û Arkansasê hin dijwartir bûye li gellek parêzgehên din ên vî welatî jî jiyanê asteng kir.
Hate ragihandin ku li parêzgeha Texasê zîpikên bi qasî goga beyzbolê mezin bariyane û di encama vê barîna zîpikan de ziyaneke mezin li mal û wesaîtan bûye.
Hat ragihandin ku di bahoza ku li ser sînorê Teksas û Oklahomayê rû daye de 5 kesan canê xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku 3 kesên jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne.
Medyaya DYAyê jî ragihand ku li Denton a Teksasê ji ber barîna zîpikan gellek kes jî birîndar bûne û birîndar bi helîkopteran arasteyî nexweşxaneyê hatine kirin.
Medyayê da zanîn ku li parêzgeha Arkansasê jî 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin