Li Îranê bahoza tozê: Bi sedan kes rakirin nexwesxaneyan
PeyamaKurd- Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Gerînendehê Giştî yê Rêveberiya Qeyrana Sîstan-Belûçistanê Mecîd Mohîbbî, di derbarê bahoza tozê de daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeyê, Mohibbî diyar kir ku di sê rojên dawî de 330 kes ji ber toza ku ji ber bahoza li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên parêzgehê rabûn, sewqî nexweşxane û navendên tenduristiyê kirin.
Mohibbî da zanîn ku 273 kesên ku rakirin nexweşxaneyan jî hatin derxistin û tedawiya 57 kesan jî berdewam e.
Serokê Navenda Pêşbînî û Hişyariya Meteorolojiyê ya Sîstan Belûçistanê Elî Mollaşahî jî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pêşbînî dikin ku bahoza tozê li herêmên bakurê wê parêzgehê heta roja duşemê berdewam be û leza bayê di saetekê de bigihêje 100 kîlometiran.
Mollaşahi hişyarî kir ku kesên bi nexweşiyên dil û bêhnê ketine, ji ber toza zêde ya li hewayê divê dernekevin derve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin