Li Kerkûkê xetereya bahoza tozê didome: 110 kes rakirin nexwesxaneyan
PeyamaKurd-Tozbarîna li parêzgeha Kerkûkê bû sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Nexweşxaneya Kerkûkê ragihand ku bi dehan kes ji ber xetereya tozê ketine bin metirsiya bêhintengî û fetisandinê.
Rêveberê Tenduristiya Kerkûkê Nebîl Hemdî ragihand ku îro 110 kes ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û hejmara kesên bandor dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Ji Rêveberiya Trafîkê ya Kerkûkê jî daxwaz ji welatiyan hat kirin ku heta pêwîstî tunebe, bila bi maşînên xwe dernekevin trafîkê lewra mesafeya dîtinê kêm e.
Pêla tozê ya ku ji duh ve ye çend parêzgehên Başûrê Kurdistanê daye ber xwe, dê li gorî Saziya Kêş û Hewayê ya Iraqê, heta 9ê Nîsanê bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin