Erebkirina Kerkûkê bi hemû lezê didome
PeyamaKurd - Di berdewamiya dûrxistina berpirs û fermanberên Kurd ji karên wan li Kerkûkê, bi biryara îdareya Kerkûkê ya dagîrker, rêveberê giştî yê tendirûstiyê ku Kurd e ji karê wî hat dûrxistin û wek berpirsên din ên Kurd dê Erebek li şûna wî bê bicihkirin.
Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şebî ve, Hikûmeta Iraqê jibilî bi Erebkirina gund û navçeyên Kerkûkê, berpirs û fermanberên Kurd ji karê wan dûr dixe û Ereban li şûna wan datîne.
Cîgirê Berpirsê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera PDKê re ragihand: “Îdareya Kerkûkê bi alîkariya Hikûmeta Iraqê berdewam in li ser dûrxistina berpirsên Kurd ji karê wan û di biryara herî dawî de Rêveberê Giştê yê Tendirûstiya Kerkûkê Dr. Kerîm Welî ku Kurd e, ji karê wî dûr xistine û kesekî Ereb li şûna wî danîne.”
Li gorî zanyariyên wî berpirsê PDKê, guhertina berpirsên Kurdan bi bername ye û dixwazin hemû Kurdan ji karê wan dûr bixin û Ereban li şûna wan deynin, ku tenê ji ber kurdbûnê wan ji karê wan dûr dixin. Eger bêjin çima dewamê xwe nakin, Dr. Kerîm Welî her dewam dike û ji Kerkûkê derneketiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin