‘PDKê hemû amadekariyên hilbijartinên Kerkûkê temam kir’
PeyamaKurd - Berpirsê Beşa Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Saman Reşîd da xuyakirin ku dê PDK ji bo ji bo di nava yek an du lîsteyan de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin, bi piraniya partiyên Kurdistanî re gotûbêjan bike.
Reşîd da zanîn, PDKê lêkolîneke berfireh li ser rewşê kiriye û derbarê çawaniya beşdarbûna di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de amadehiyên xwe temam kiriye, ji bo bikarin piraniya kursiyan bidest bixin.
Saman Reşîd ji K24ê re ragihandiye: “PDK dixwaze hemû partiyên Kurdistanî di nava yek lîsteyê de kom bike da ku beşdarî hilbijartinan bibin, yan jî li şûna yek lîsteyê du lîsteyên bihêz ava bikin, ji bo dengê Kurdan li van deveran winda nebin.”
Berpirsê PDKê diyar kir, “PDK heta niha li ser çawanîya beşdariya hilbijartinên encûmena parêzgehan de digel partîyan di gotûbêjê de ye, sibe dema komîsyonê bo tomarkirina partîyên sîyasî di hilbijartinan de bidawî dibe, ji ber wê ew hêvî dikin ew dem bê dirêjkirin, ji bo ew bikarin bigihin lihevkirinekê.”
Saman Reşîd got: “Rêveberiya niha ya Kerkûkê hatiye ferzkirin û cudahiyê di navbera pêkhateyên netewî de dike. Em weke PDK hewl didin rewşa Kerkûkê asayî û aram bikin.”
Biryar e hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê 18ê meha 12 werin lidarxistin ku ji bilî navçeyên Kurdistanî parêzgehên Herêma Kurdistanê ne tê de ne. Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê siyasî û hevpeyman heta 1ê Tîrmehê navê xwe tomar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin