Ji tirsa xwepêsandana Kurdan hemû rêyên diçin Keleha Kerkûkê hatin girtin
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ji ber tirsa xwepêşandana welatiyên Kurd ên Kerkûkê bi hêzeke mezin, hemû rêyên ku diçin nêzî Keleha Kerkûkê jigirtin.
Hate zanîn ku ji ber îhtimala destpêkirina xwepêşandana welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzeke mezin a ewlehiyê li derdora Keleha Kerkûkê hatin belavkirin û rêyên gihiştina Keleha Kerkûkê hatin girtin.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê Lîwa Kawe Xerîb ragihandiye, Polîsê Kerkûkê bi mebesta parastina asayîşa welatiyan di dema xwepêşandanê de, di erkê xwe de berdewam dibe û daxwaz kir ku div^xwepêşander rêkarên yasayî bigrin ber xwe.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê gotiye, îro du civîn li ser rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê hatin encamdan bi beşdariya Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah û li ser rewş û parastina asayîşa bajêr hat axaftin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 2yê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê xwepêşandan kirin û di encama gulereşana hêzên iraqî de, 4 welatiyên Kurd ên Kerkûkê Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin