Joel Rayburn: Divê doza Kurdan bi rêyên astiyane bê çareserkirin

20 November 2023 00:36 0 dîtin
Joel Rayburn: Divê doza Kurdan bi rêyên astiyane bê çareserkirin

PeyamaKurd - Şanidyê berê yê taybet ê Amerîkayê li Sûriyeyê Joel Rayburn li nav korbenda MEPSê li Dihokê ragihand ku divê doza Kurdan bi rêyên aştiyane bê çarekirin. Rayburn, Di derheqa şerê Hemas û Îranê de jî got, “Metirsiya berfirehbûna wî şerî, ji ber ku rijêma Îranê agirê wî şerî xweş dike gelek e,”.

Joel Rayburn, daxuyand ku Îran 15 sal e piştgiriyê dide Hamasê û Hamas bi piştgiriya Îranê dikare wan kirinên xwe yên niha dike. 

Dîsa balê kişand ku grûbên Îran piştgiriya wan dike li herêmê êrişî binke û baregehên Hevpeymaniyan dikin û ragihand ku dê bersiveke bihêz ji bo wan êrişan bê dayîn. 

Li ser şerê PKK - Tirkiyê û doza Kurd jî Rayburn,balê kişand ku piraniya pêwendiyên aloz, li herêmê bi PKKê ve girêdayîne û divê PKK û Tirkiye rêyeke çareseriyê bibînin da ku ew pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya bi rêyên aşitiyane doza Kurd bê çareserkirin ji holê rabin. 

Şanidyê berê yê taybet ê Amerîkayê, ragihand ku divê Herema Kurdistanê û Iraq jî nakokiyên xwe bi rêyên aştiyane û li gor Destûrê çareser bikin ku ev ji bo herêmê jî girîng e.