‘Divê rastiya doza rewa ya Kurdan, ji doza sexte ya Filîstîniyan bê cudakirin’

10 December 2019 17:30 0 dîtin
‘Divê rastiya doza rewa ya Kurdan, ji doza sexte ya Filîstîniyan bê cudakirin’

PeyamaKurd – Nivîskarê lêkoler ê Îsraîlî Ariel Natan Pasko ku yek ji wan kesên piştgiriye xurt dide serxwebûna Kurdistanê ye û hizra ku Îsraîl pênaseyê li serxwebûna Kurdistanê bike dide pêş, analîzeke li ser Kurdan nivîsand ku dibêje, Amerîka her çiqas li aliyê nerast ê dîrokê rawestiyabin jî dema hatiye Îsraîl pênaseyê li dewleta serbixwe ya Kurdistanê bike.

Ariel Natan Paskoyê ku bi analîzên xwe yên li ser medya Îsraîlê û welatên Rojavayî tê naskirin, bi sernavê ‘Rastiya Kurdan dijî. Heyf û mixabinî bo Trump’ nivîsek weşand ku tê de li ser pirsa Kurd û têkiliyên Îsraîl-Kurdistanê radiweste.

‘Divê Îsraîl ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê hemû derfetên xwe bikar bîne’

Pasko di nivîsa xwe de dibêje, dê gelê Îsraîlê bi giştî tevê parlamen, artêş û burokrasiya xwe piştgiriyê bide serxwebûna Kurdan û pêwîste Îsraîl jî ji bo damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê hemû derfetên xwe bikar bîne.

‘Divê rastiya doza rewa ya Kurdan ji doza sexte ya Filîstîniyan bê cudakirin’

Pasko, di analîza xwe de destnîşan dike, ‘Divê rastiya doza rewa ya Kurdan ji doza sexte ya Filîstîniyan bê cudakirin’ û dide zanîn, “Doza Kurdistanê ne keşfeke xapandinê ya weke meseleya Filîstînê ye dawiya sedsala 20an peyde bûye. Gelekî beriya ‘nûçeyên sexte’ jî ji xwe ‘Filîstîniyên sexte’ hebûn. Helwestên dijberî yên di serî de Tirkiye û Îran û Iraqê mafdarbûn û adilbûna daxwaziyên Kurdan îspat dike. Ji ber vê jî divê Îsraîl piştgiriyê bide serxwebûna Kurdan.”

 ‘Pêwîste welatên Rojavayî ji Kurdan bêhtir Serxwebûna Kurdan bixwazin’

Pasko îdia dike ku her çiqas Amerîkayê heta niha gelek caran guh nedabe derfetên dîrokî yên bo serxwebûna Kurdistanê jî Îsraîl niha ji bo helwesteke zelal û sekneke baş amade dike û daxwazkarê serxwebûna Kurdistanê ye.

Nivîskarê Îsraîlî behsa beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê û proseya piştî wê jî dike û dide xuyakirin ku di serî de Îsraîl û cîhana Rojavayî derfetên bo serxwebûna Kurdan berhewa kirine û pêwîste êdî ew gav ne ji aliyê Kurdan ve ji aliyê wan bixwe ve werin avêtin.

‘Serxwebûna Kurdistanê ji bo Îsraîlê xwedî girîngiyeke jiyanî ye’

Di berdewamê de jî Ariel Natan Pasko dibêje, serxwebûna Kurdistanê bi taybet ji bo Îsraîlê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û bi tevahî; gelê Îsraîlê, artêş, hikûmet û partiyên siyasî amade ne serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin.

‘Zêdeyî sed efseran ji bo Kurdan name ji artêşê re şand’

Pakso di dawiya analîza xwe de jî zanyarîyên derbarê dostaniya Kurdan û Îsraîlê de û hewldanên dijî dagirkerî û êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de parve dike û li ser nameya ku bi sedan efserên artêşa Îsraîlê bo Sererkaniya Îsraîlê şandine wiha dibêje:

“Di nav sala 2019an de zêdetirî sed efserên artêşa Îsraîlê ji Sererkanê Îsraîlê General Milair Yair Pink re nameyek nivîsandin û jê xwestin ku ji bo wehşeta Tirkan bê rawestandin û rê li ber qetilkirina Kurdên Sûriyê bê girtin, çi pêwîst be bikin.”

Haham David Lau: Divê em ji bo Kurdan bikevin tevgerê

Herwiha Pasko gotinên Hahamê Mezin ê Îsraîlê David Lau yên di serdaneke xwe de gotiye, “Niha dilê me bi Kurdên ku rûbirûyî xeteriya tunekirinê re ye. Erka me ya ehlaqî ye ku di vê mijarê de em demildest bikevin nav tevgerê” bibîr dixe û destnîşan dike ku nêrîna rêveberiya olî ya Îsraîlê û ya artêşê li ser mijara Kurdan hevdu digirin.

Werger û Amadekirin: PeyamaKurd