Serok Barzanî: Roja Alaya Kurdistanê li hemû kurdan pîroz be

17 December 2024 12:48 0 dîtin
Serok Barzanî: Roja Alaya Kurdistanê li hemû kurdan pîroz be

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 17ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê, li ser tora civakî X peyamek belav kir. 

Serok Barzanî di peyama xwe de derbarê Alaya Kurdistanê de weha got:

“Alaya Kurdistanê peyama aştî, pêkvejiyan, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Roja Alaya li hemû kurdan pîroz be.”