Li Kerkûkê ji bo Kurdan xetereya mezin!

29 August 2018 10:56 0 dîtin
Li Kerkûkê ji bo Kurdan xetereya mezin!

PeyamaKurd- Li Kerkûkê dadgehê, ji hinek malbatên Kurdan re teblîxat rê kir û ji wan xwest ku malên xwe terk bikin.

Çapemeniya Kurdî, xwe gihande teblîxata ku ji malbateke Kurd re hatiye rêkirin. Di teblîxatê de tê xwestin ku hinek malên li derdora Enstîtuya Teknîk ya Kerkûkê, werin valakirin.

Di heman demê de xwediyên malan ji bo dadgehê jî hatin xwestin.

Berevajî van geşedanan li heman herêmê arazî tê frotinî Ereb, Şiî û Turkmenên Sunnî û ji wan re xanî têne avakirin.