151 koçberên li kampên Tirkiye û Rojava vegeriyan Iraqê
PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku 151 koçberên Iraqê ji kampên li ser sînorê Rojavayê Kurdistan û Tirkiyê vegeriyan Iraqê.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê da xuyakirin ku ew 151 koçberên Iraqê bi dilxwazî û bê ti zextekê ji kampên Ekde, Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîlê ve gihîştine Herêma Kurdistanê.
Wezareta Koç û Koçberan daye zanîn, vegera koçberan bi hevahengiya navbera Balyozxaneya Iraqê li Enqerê û Konsulxaneya Iraqê ya Dîlokê hatiye pêkanîn û biryare koçber ji parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Enbarê re bên şandin.
Hêjayî gotinê ye, li kampên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de jî nêzî 20 hezar koçberên Iraqê dimînin ku piraniya wan li kampa Holê ya Hesekê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin