50 koçberên Rojava ji Basûr vegeriyan malên xwe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 50 koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber êrîşên Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûbûn, bi ser deriyê Sêmalk de vegeriyan.
Rêveberê Pêwendiyên Derve yê Deriyê Sînorî yê Sêmalka Baz Ehmed ragihand ku ji Başûrê Kurdistanê 50 koçber vegeriyane Rojavayê Kurdistanê û got, “Piştî Rêveberiya Xweser rojên Duşem û Sêşem wek rojên derbasbûna koçberan diyar kir, ku ji ber pevçûnan çûbûne Başûrê Kurdistanê, roja Çarşemê ji deriyê sînorî yê Sêmalka ve 50 koçberên Rojavayê Kurdistanê ji kampa Berdereş a li Başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê .”
Baz Ehmed da zanîn, di demên derbasbûyî de bi giştî derdora 5 hezar kes ji koçberên Sûrî vegeriyane cih û warên xwe, ku berî niha bi sedema şer û pevçûnan û gefên DAIŞê cihên xwe terikandibûn.
Li gor amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji dema êrîşa dawî ya Tirkiyê ve ku herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin, hejmara koçberên ku ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li kampan hatine bicihkirin, gihîştiye 20 hezar kesan.
Deriyê sînorî yê Sêmalka tekane deriyê sînorî yê vekirî û çalak e di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin