Karwanek ji penaberên Rojava ji Basûr vegeriyan malên xwe
PeyamaKurd – Piştî ji nû ve vekirina dergehê sînorî yê Sêmalka-Pêşabûr ê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, vegera penaberan bo malên xwe berdewam dike.
Hat ragihandin, herî dawî karwaneke din a penaberên Rojavayê Kurdistanê yên sala 2019an ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser Girê Spî û Serê Kaniyê neçar mabûn cih û warên xwe bihêlin biçin Başûrê Kurdistanê, vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî amarên Komîsyona Netewên Yekbûyê ya Karûbarên Penaberan girtî bo karûbarên penaberan ji 1ê Çileya 2020an ve zêdetirî 3 hezar penaber vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.
Herwiha li gorî heman amaran di nav 20 rojên borî de, 1.800 penaber vegeriyane Rojava ku piraniya wan yên sala 2019a derbasî Başûrê Kurdistanê bûbûn.
Komîsyona Netewên Yekbûyî (UNHCIR) bi awayekî fermî mameleyê li wan penaberan dike ku navên wan tomar dike û dema ji ber rewşên taybet û fişaran bixwazin dikarin dîsa vegerin Başûrê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin