Ji Basûr karwaneke alîkariyê bo Rojava hat sandin

24 November 2019 12:54 0 dîtin
Ji Basûr karwaneke alîkariyê bo Rojava hat sandin

PeyamaKurd - Karwana alîkariyê ya xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji 22 barhilgiran pêk dihat bi ser deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Hat ragihandin ku alîkariyên di çarçoveya kampanyaya "Em hemû Rojava ne" de ku ji aliyê şêniyên bajarê Silêmaniyê û navçeyên wê, şirketên hikûmeta Kurdistanê û sivîl ên Başûrê Kurdistanê ve hatibûn berhevkirin ji bo koçberên Girê Spî û Serêkaniyê hatin şandin.

Di çarçoveya kampanyaya berdewam a alîkariyê de 22 TIRên kelûpel û pêdawîstiyan di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.