VIDEO | 130 TIR alîkariyên leskerî bo Rojava hate sandin

01 January 2020 20:35 0 dîtin
VIDEO | 130 TIR alîkariyên leskerî bo Rojava hate sandin

PeyamaKurd - Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, 130 barhilgirên alîkarîya leşkerî û lojîstîkî ji herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re şand.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi vîdyo belav kir ku karwaneke alîkarîya leşkerî û lojîstîkî ya Hevpeymanîya Dijî DAIŞê gihîştiye herêmên jêr kontrola HSDê yên Rojava.

Li gorî SOHRê ew alîkariyên ji otomobîlên Hammer, tankerên sotemenîyê û otomobîlên leşkerî pêk dihatin û beşek ji wan bo Qamişlo û beşek jî bo deverên Heseke û Dêrezorê hatine şandin.

https://www.facebook.com/syriahro/videos/526185451312547/?t=0