Amerîkayê 60TIR alîkariyên leskerî sandin Rojava!
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, 60 TIRên alîkariyên lojîstîkî û leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê şandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, duh derdora 60 TIRên Hevpeymaniya Navdewletî ku alîkariyên lojîstîk û leşkerî hilgirtibûn derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Hat ragihandin ku beşek ji wan TIRên barkirî berê xwe dane Rojhilatê Firatê.
Tirkiye YPGê wekî milekî PKKê dibîne û dixwaze ew ekî ‘rêxistineke terorî’ bê naskirin lê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li dijî vê angaştê derdikvin û hêzên HSDê ku YPG pêşengiya wê dike wekî hevpeymanên xwe yên li Sûriyê dibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin