Deriyê sînorî hat vekirin: 500 malbatên rojavayî vegeriyan malên xwe
PeyamaKurd - Koçberên rojavayî yên ku ji ber şer û pevçûnan hatibûn Herêma Kurdistanê, bi vekirina deriyên sînorî re destpê kirin vegerin malên xwe.
Hat ragihandin ku 500 malbatên Rojavayê yên li Kampa Berde Reş diman, di deriye sînorî yê Sêmalka re vegeriyan malên xwe.
Ew koçber piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava neçar mabûn bêne Herêma Kurdistanê.
Rêveberê Tenduristiya Deriyê Sînorî yê Kantona Qamişloyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li kesên ku vegeriyan test û pişkinîn tên kirin.
Rêveberiya Xweser deriyê sînorî Sêmalka ku demekê di çarçoveya tedbîrên koronayê de girtîbû, piştî demekê duh vekiribû da ku welatî tê re biçin û bên..

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin