Deriyê sînorî yê Helebce û Kirmasanê ji bo gestiyaran hate vekirin
PeyamaKurd - Deriyê sînorî yê Şuşmê yê navbera parêzgeha Helebce ya Herêma Kurdistanê û Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji bo geştiyaran hate vekirin.
Deriyê sînorî yê Şûşmê ku berî niha tenê ji bo bazirganiyê dihat bikaranîn, piştî hevdîtinên di navbera berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Îranê de, li ser biryar hat dayîn ku bi fermî ji bo geştiyaran jî were vekirin.
Di merasîma vekirina deriyê sînorî yê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, Parêzgarê Helebce û berpirsên Îranê amadehî kirin û derî bi fermî ji bo geştiyaran jî hate vekirin.
Deriyê Şûşmê 32 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Helebce ye û nêzîkî parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin