Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran ji bo gestiyaran hat girtin
PeyamaKurd – Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Deriyê Sînorî ya Navdewletî yê Hacî Omeran bi daxuyaniyekê diyar kir, derî li pêş çûna geştiyaran ji bo Îranê bi awayekî demkî hat girtin, lê tevgera bazirganiyê berdewam e.
Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Deriyê Sînorî ya Navdewletî ya Hacî Omeran da zanîn: “Em geştiyarên ku bi niyaz in serdana komara Îslamî ya Îranê bikin agahdar dikin ku rêwîtî hatiye rawestandin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ev biryar ji aliyê Merzê Temerçîn (aliyê Îranê) ve bi awayekî demkî hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin