Deriyê navnetewî yê sînorê Hacî Omeran îro tê daxistin
PeyamaKurd – Deriyê navnetewî yê sînorê Hacî Omeran, ji ber birêveçûna hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, îro êvarî heta roja duşemê tê daxistin.
Berdevkê Deriyê Sînor ê Navnetewî yê Hacî Omeran Sîrwan Husên diyar kiriye: ‘‘Ji ber rêveçûna proseya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, em hemû bazirgan û şîrket û hemwelatî û geştiyaran agahdar dikin, ku li ser biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, deriyê navnetewî yê Hacî Omeran 2 rojan tê daxistin.’’
Herwiha daye zanîn: ‘‘Li gor wê biryarê, îro di saet 21:00ê şevê, heta roja 11.10.2021ê saet 06:00ê serê sibehê, rê nayê dayîn ku geştiyar û bazirgan di derî derbas bibin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin