Hatina ziyaretkaran bi rêya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran berdewam e
PeyamaKurd – Rêveberê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran diyar kir, hatina ziyaretkaran bi rêya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran berdewam e.
Li gor Rêveberê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Mesûd Batêlî daye zanîn: “Hatina ziyaretkaran bi rêya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran berdewam e û ne rawestiyaye. Tenê îro danê sibê 2 hezar ziyaretkar di wî deriyê navdewletî re derbas bûne.”
Batêlî eşkere kir “Tu pirsgirêk ji aliyê me ve nînin û her tişt weke berê bi hevkariya hemû saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê asayî derbas dibe.”
Cîgirê Parêzgarê Urmiyê ji bo Karûbarên Civakî û Kulturî Heyder Babayî derengiya şeva borî destnîşan kiribû, ji îro Şemiyê ve êdî çûna ziyaretkaran ji bo Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran radiweste, ji bo ziyaretkaran pasaport nayên nûkirin û kaxeza taybet ya derbasbûnê jî nayê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin