Deriyê Zêtê yê Navdewletî bi fermî hat vekirin
PeyamaKurd – Deriyê sînorî yê Zêt ê Navdewletî ku bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi hev girê dide, îro 10ê Gulanê bi fermî hate vekirin.
Ji bo vekirina Deriyê Zêtê zêdetirî salekê xebatên bo çêkirina rêya sereke ya çûnûhatinê berdewam dikir.Deriyê sînorî yê Zêt dikeve sînorê nehiya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê û ji aliyê bakur ve jî bi parêzgeha Colemêrgê ve girêdayî ye.
Vekirina derî bi merasîmeke beşdariya Parêzgarê Hewlêrê û Serperiştyarê Îdareya Serbixwe yê Soranê hate vekirin.
Tê çaverêkirin bi rêya Deriyê Zêt ê sêyemîn di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ku sala 2013an biryar hatibû dayîn, çûnûhatinên bazirganî û welatiyan zêde bibe.
Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed dema vekirina derî got, bi vekirina vî deriyê navdewletî re, aborî û geştiyariya Herêma Kurdistanê dê geş bibe û derfetên kar ji bo welatiyên herêmê peyda bibe.
Di qonaxa yekem de, Deriyê Zêt yê Navdewletî ji geştiyaran re tê vekirin û piştre jî wê ji bo tevgera bazirganiyê bê vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin