Dibistana Meltho ya Navdewletî bi fermî hat vekirin
PeyamaKurd – Îro Şemiyê li Hewlêrê Dibistana Meltho ya Navdewletî bi fermî ji aliyê Serokkomara Macaristanê Katalin Novak ve hat vekirin ku li ser erkê bernameya hevkariya Macaristanê bi qasî 4 milyon û 500 hezar dolaran hatiye avakirin.
Li gor zanyariyani ev dibistan li ser rûberê 10 hezar metre çargoşe hatiye avakirina û ji 3 avahiyan pêk tê bexçeyê zarokan û pola 1 heta 12an li xwe digire.
Hejmarek zarokên bexçeyê zarokan di sîstemeke nûjen de dixwînin wekî beşek ji Dibistana Meltho ya Navdewletî li Enkawe ya Hewlêrê ku li ser navê bernameya hevkariyê ya Hikûmeta Macaristanê, bi bihayê 4.5 milyon dolaran hatiye avakirin.
Çîroka dibistanê dema ku metranên dêrên Kildanî, Suryanî û Aşûrî yên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê di sala 2018an de bi Serokwezîrê Macarîstanê re hevdîtinek pêk anîn û jê pirsî ka daxwazên wan çi ne, Metranan ji bo dabînkirina paşeroja zarokan alîkarî xwest, lewra Serokwezîrê Macaristanê biryar da ku mesrefa avakirina dibistanekê bigire ser xwe. Erdê dibistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin.
Herwiha Serpereştyarê Dibistana Meltho ya Navdewletî Metran Mar Nicodemus David Matthew Şeref got, “Em li paşeroja zarokên xwe digerin. Em dixwazin zarokên me bi serbilindî, bi kalîte bixwînin, ji me re gotin ku eger em bixwazin zarokên me bixwînin, wê alîkariya me bikin ku dibistan ava bikin.”
Xwendekar beşdarî du qonaxên wek baxçeyê zarokan û polên 1 heta 12 dixwînin. 85 xwendekar li dibistanê dixwînin. Xwendekar Annabella Giroux anî ziman, “Em gelek sipasiya wan dikin ku pere dane wan xwendekaran û ev dibistan çêkirine.”
Dibistana Meltho ya Navdewletî, bi amadebûna Serokkomara Macaristanê Katalin Novak û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Patrîkê Dêra Ortodoks a Suryaniyan li Cîhanê bi awayekî fermî hat vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin