Deriyê Zêt ê sînorî di nava vê hefteyê de bi fermî tê vekirin

08 May 2023 19:22 0 dîtin
Deriyê Zêt ê sînorî di nava vê hefteyê de bi fermî tê vekirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku deriyê sînor ê nû yê navnetewî yê Zêt ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de hatiye çêkirin, di nava vê hefteyê de bi fermî tê vekirin. Projeya deriyê nû yê sînorî saleke berdewam dike û amadekarî gihîştine dawiyê.

Serpereştê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb îro 8ê Gulanê eşkere kir ku bi merasîmeke fermî û bi amadebûna berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiyê vê heftiyê bi fermî deriyê sînor ê navnetewî yê Zêt  ji geştyaran re tê vekirin.

Necîd da zanîn ku di qonaxa duyem de jî kar ji bo wê yekê tê kirin ku bi rêya wî deriyî tevgera bazirganî bê kirin.

Deriyê Zêt dikeve sînorê nehiyeya Şêrwana Mezin a qezaya Mêrgesor a girêdayî îdareya serbixwe ya Soranê û dibe yek ji deriyên nû yê navnetewî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de.