Sandeke pasewanên sînorî yên Îranê îro gihîst Hacî Omeran
PeyamaKurd – Hat zanîn ku şandeke pasewanên sînorî yên Îranê îro gihîşt Hacî Omeran û ji aliyê Serperiştyarê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran û şandeke hêzên sînorî yên Iraqê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor zanyariyan, biryar bû civîna hêzên pasewanên sînorî yên Iraq û Îranê li Hacî Omeran bihata lidarxistin, lê li ser daxwaza hêzên pasewanên sînorî yên Îranê, dê li Hewlêrê bicivin.
Herwiha hat ragihandin, hejmarek ji fermandarên pasewanên ji her du aliyan, wê di civînê de beşdar bibin û pirsgirêkên ewlehiyê yên li navçeyên sînorî û cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin