Iraq û Îranê 14 belgeyên hevtêgihîstinê îmze kirin

11 September 2024 16:29 0 dîtin
Iraq û Îranê 14 belgeyên hevtêgihîstinê îmze kirin

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ku yekem serdana xwe ya derve bo Bexdayê kir, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi amadebûna şandeyên bilind yên herdu welatan li Bexdayê civiyan û piştî wê civînê 14 belgeyên hevtêgihîştinê îmze kirin.

Di civînê de Mihemed Şiya Sûdanî got: “Pêgeha erdnigariya herdu welatan bûye sedem, da ku bibin rêyeke girîng ya veguhestina lojîstîkî, hevdem rijdbûna Bexdayê ji bo tamamkirina hevtêgihiştinan û bicihkirina wa.”

Serokomarê Îranê jî bal kişand ser kûrahiya pêwensiyên herdu welatan û bandora wê li ser ewlehiya deverê û daxwaza welatê xwe ya bihevre karkirinê û xurtkirina hevpariyên aborî anî ziman.

Piştî civînê bi çavdêriya Sûdanî û Pizîşkiyan 14 hevtêgiştin di navbera herdu aliyan de hatin îmzekirin