Iraq: Peymana ewlehiyê bi Îranê re hat îmzekirin

20 March 2023 10:29 0 dîtin
Iraq: Peymana ewlehiyê bi Îranê re hat îmzekirin

PeyamaKurd – Iraqê ragihand, bi Îranê re peymaneke ewlehiyê îmze kiriye ku ewlehiya sînor jî di nav de ye.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şamhanî re hevdîtin kir.

Di hevdîtina tê de têkiliyên her du welatan û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin, Sûdanî diyar kir ku ew rê nadin Iraq li dijî tu welatekî cîran bibe qada êrîşkirinê.

Di hevdîtinên Sûdan-Şamhanî de li ser peymana di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de bi navbeynkariya Çînê hat îmzekirin jî hat axaftin, lê têkildarî mijarê agahî nehat dayîn.

Di çarçoveya hevdîtinê de bi Îranê re peymanek ji bo xurtkirina hevkariyên di warê parastina hevpar û ewlehiya sînoran de hat îmzekirin.

Tê çaverêkirin ku Şemhanî bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî re jî bicive.