Deriyê sînorî yê Pêsabûrê îro tê vekirin
PeyamaKurd – Deriyê sînorî yê Pêşabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, piştî 40 rojan îro Duşemê 24ê Çileyê tê vekirin.
Li gor Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbiharî do diyar kiriye, deriyê Pêşabûrê ji sibê Duşemê pê ve careke din tê vekirin û çûnûhatin di rêya wî deriyê sînorî re weke berî 15ê Kanûna 2021an asayî dibe.
Berbiharî eşkere kiriye: Derî dîsa ji bo armanca bazirganî û ewên ku li her du aliyan asê mane, çûn û hatinê bikin tê vekirin.”
Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê daye zanîn, hemû ew kesên di rêxistinên biyanî de kar dikin û ewên berdewam çûnûhatinê dikin careke din hatin û çûnê bikin, lê ji bo kesên ku dixwazin bên Herêma Kurdistanê yan biçin Rojavayê Kurdistanê, me hêj mekanîzmek bo rêpêdan bi wan diyar nekiriye, di demeke nêzîk de em ê mekanêzîmekê ji bo wan jî deynin.”
Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji sala 2013an ve, hatiye vekirin, û rêyeke sereke û girîng e ji bo bazirganî, abûrî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî. Bi rêya wî deriyî, kêlûpelên xwarinê yên serke wek şekir, birinc, ard... û madeyên avakirinê çîmento û hesin derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ji aliyê Rojava ve jî, kesên xwediyên nexweşiyên giran, herwiha bûk jî derbasî Bûşûrê Kurdistanê dibin.
Ji roja 15ê Kanûna 2021an ve ji ber êrişa hejmarek endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr li ser karmendên deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Herêma Kurdistanê biryara girtina wî deriyê sînorî da.
Di 15ê Kanûna 2021an de hejmarek gencên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşgêr ve êrişî karmendên deriyê Pêşabûrê yên li aliyê Herêma Kurdistanê kirin, hejmarek karmend û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê birîndar kirin û zirar gihandin otomobîla agirvemirandinê ya deriyê sînor.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin