16ê Cotmehê Yekbûna pêsmergeyan bi derengî xist!

09 May 2018 11:58 0 dîtin
16ê Cotmehê Yekbûna pêsmergeyan bi derengî xist!

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Helgord Hîkmet daxuyaniyek da û got ku piştî hilbijartinan hikûmeta nû wê ji nû ve yekîneyên pêşmergeyan nûvejen bikin.

Ev demeke dirêj e ku planeke Hikûmeta Kurdistanê heye ku yekîneyên pêşmergeyan di bin yek fermandariyê de bicivînin. Lêbelê her carekê hinek pirsgirêk çêdibin û vê planê asteng dikin.

Di derbarê vê mijarê de Berdevkê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Helgord Hîkmet wiha got: Piştî hilbijartinan hikûmeta nû, wê ji dil li ser vê mijarê bisekine û yekkirina pêşmergeyan wê pêk were. Bûyerên 16ê Cotmehê ev plan bi derengî xist. Lê êdî ev proje wê bi ser keve.