Dûrxistina berpirsên îstixbarat û dijeterora Silêmaniyê aloziya nav taximê 16ê Cotmehê zêde kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryara Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî berpirsên Dezgeha Zanyarî û Dezgeha Dije Terorê ya li nav sînorê Silêmaniyê ji kar hatin dûrxistin ku ev jî bû sedema aloziyê di navbera herdu hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî de.
Li gor nûçeya Rûdawê, ev guhertina berpirsên îstixbaratê li ser daxwaza Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê tîma YNKê di kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Qubad Talebanî hatiye kirin.
Qubad Talebanî daxwaz kiriye, postên hesas û bilind ên saziyên ewlehiyê li sînorê Silêmaniyê guhertin tê de bên kirin û ji bo guhertinan jî fermanên herêmî bêne derxistin.
Yek ji saziyên ku guhertin di posta rêveberiya wê de hatiye kirin, Dezgeha Zanyarî ye ku ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ye. Berpirsê berê yê dezgehê bi wekalet bû ku navê wî Şêx Mihemed Tehsîn Talebanî ye û birayê Ala Talebanî Seroka Fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê ye
Ji bo dema çend mehan piştî û kongreya çarem a YNKê posta Berpirsê Dezgeha Zanyarî ji aliyê Mihemed Talebanî ve dihat birêvebirin, lê belê îmzeya Serokê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser nebû û niha daxwaz hatiye kirin YNK kesekî nû ji bo wê postê pêşniyar bike.
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, navê kesekî bi navê Ejî Emîn ji bo wergirtina posta Berpirsê Dezgeha Zanyarî daye Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê. Ejî Emîn fermandarekî naskirî ye di nav Dezgeha Dije Terorê de.
Guhertina din ku di saziyên ewlehiyê yên li sînorê Silêmaniyê de hatiye kirin, di Dezgeha Dije Terorê de ye ku Pola Şêx Cengî birayê Lahor Şêx Cengî serokatiya wê dike.
Bi biryara Bafil Talebanî, efserekî pilebilind ê Dezgeha Dije Terorê yê bi navê Wehab Helebceyî weke berpirsê wê dezgehê hat destnîşankirin.
Herdu dezgehên Zanyarî û Dije Terorê, çend alîkarên serokên dezgehan jî hatine guhertin û li gor zanyariyan, hemû ew kesên ku di guhertinan de li van dezgehan hatine danîn, kesên nêzîkî Bafil Talebanî ne.
Hat zanîn ku nakokiyên navbera Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî li ser guhertinan bûye sedema ku ji doh nîvro ve alozî çêbibin û li çend cihên Silêmaniyê hêz jî hatine livandin.
Li gor agahiyan, di çend rojên bihorî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêj û pêwendî di navbera Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî de hebûye.
Hatiye zanîn ku ji bo aramkirina rewşê, roja borî Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji Bexdayê vegeriyaye Silêmaniyê û şandên Îran û Amerîkayê jî pêwendî bi Hevserokên YNKê kirine, daku guhertinên di postên ewlehiyê de bi aramî û dûr ji alozî û tundûtîjiyan bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin