Serokwezîr bi berpirsên Silêmaniyê re civiya û daxwazên wan guhdarî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîna xwe ya li gel Parêzgarê Silêmaniyê û berpirsên rêveberî yên vê parêzgehê de got: “Her tiştekî di şiyanên me de be, em ji bo zêdetir xizmeta xelkê xweşevî yê Silêmaniyê û baştirkirina xizmetkariyên giştî yên wê parêzgehê dikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, li bajarê Silêmaniyê, serdana parêzgariya Silêmaniyê kir û ji aliyê Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir ve hat pêşwazîkirin.
Di civîna li gel Parêzgarê Silêmaniyê û berpirsên rêveberî yên vê parêzgehê de ku Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û qeymeqamên sinorê parêzgeha Silêmaniyê jî beşdar bûn de Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazên beşdarên civînê guhdarî kir.
Di civînê de Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir bixêrhatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeya pê re kir û raporteke di derbarê kar û xebat, piroje, arîşe û aloziyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê pêşkêş kir.
"Erkê hikûmetê ye ku xizmetê li her deverê bike"
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de amaje da ku erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bê cudahî, xizmeta hemî welatî û bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê bike.
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Her tiştekî di şiyanên me de be, em ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê xweşevî yê Silêmaniyê û baştirkirina xizmetkariyên giştî yên wê parêzgehê dikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya kertê taybet ê Silêmaniyê jî kir ku di warê avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz de li Herêma Kurdistanê hevkar, alîkar û piştevanên karnameya hikûmetê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin