17emîn Festîvala Tirî û Hingiv a Duhokê destpê dike

09 September 2024 13:34 0 dîtin
17emîn Festîvala Tirî û Hingiv a Duhokê destpê dike

PeyamaKurd - 17emîn Festivala Tirî û Hinguv a Duhokê, di 11ê Îlonê de, bi beşdariya 41 baxçevan û mêşvanan destpê dike.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Duhokê Muslih Hesen, di derbarê pêşangehê de ragihand ku li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 17emîn Festîvala Tirî û Hingiv a Duhokê tê lidarxistin.

Li gor Muslih Hesen, festîval 11ê Îlonê roja Çarşemê li Family Malla Dihokê destpê dike û 20 baxçevan û 21 mêşvan beşdarî pêşangehê dibin.

Armanca festîvalê, wek Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandinî yê Parêzgeha Duhokê gotiye, piştgirîdayîna sektora taybet a berhemên navxweyî, nîşandana berhemên cotkarên parêzgeha Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û firotina wan e.

Muslih Hesen diyar kir ku di 17mîn Festîvala Tirî û Hingiv a Duhokê de wê zêdetirî 50 cureyên tirî bêne pêşandan û got: "Ev festîval ji bo cotkarên me û cotkarên parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê ku hevdu nas bikin û zanyariyan bi hev re parve bikin jî derfeteke mezin peyda dike."

Sala borî jî 16emîn Festîvala Tirî û Hingiv a Duhokê, bi beşdariya 20 mêşvan û 20 baxçevanan bi rêve çûbû.