Roja 20ê Îlonê 16emîn pêsangeha tirî û hingiv li Duhokê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Roja 20ê Îlonê 16emîn Pêşangeha Rez û Hingiv li Duhokê deriyên xwe ji welatiyan re vedike.
Rêveberê Giştî yê Duhok Tarım Ehmed Cemîl ji K24ê re diyar kiriye, bi piştevaniya parêzgarê Duhokê Elî Teter îsal 16emîn Pêşangeha Rez û Hingivîn li Family Mall tê lidarxistin.
Fuara ku wê di 20ê Îlonê de destpê bike wê 4 rojan berdewam bike.
Ehmed Cemîl eşkere kir, wê 35 cotkar û 35 hilberînerên hingiv beşdarî fuarê bibin û armanca fuarê jî piştgirîkirina sektora taybet û berhemên navxweyî ye.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Duhokê, li seranserê parêzgehê 125 cureyên tirî tên çandin û berhema salane digihêje 35 hezar ton. Hejmara hingivîna parêzgeha Duhokê ya salane zêdetirî 350 kes e.
Li gorî Ehmed Cemîl, tê pêşbînîkirin ku îsal rêjeya tirî û hingivê berhemanînê li gorî sala borî kêm bibe ji ber pêla hewaya sar ku îsal li Herêma Kurdistanê bi bandor bû.
Sala borî gelek berpirs beşdarî fûarê bûn, herwiha Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî jî beşdar bûn.
Di festîvala sala borî de Mihemed Selîm Berbuharî ku bi “cotkarê nimûneyî” yê herêmê tê naskirin, daxwaz ji Serok Barzanî kiribû ku zêdetir piştevaniya cotkaran bike. Piştî du rojan Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû herêmê û guh da daxwazên cotkaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin